Ferheng Kurdi

Der Heqê Me de

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi armanca ku lêkolînan li ser ziman, çand, edebiyat, folklor û dîroka kurdî bike, di 18ê Nîsana 1992yan de bi pêşengiya Cemşîd Bender, Ebdurehman Durre, Feqî Huseyn Sagniç, Îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçî, Mûsa Anter, Silêman Îmamoglu û Yaşar Kaya li Stenbolê hatiye damezrandin. Ji bo pêkanîna armancên xwe, Enstîtu, piştî avabûna xwe beşên xwe yên ziman, dîrok û edebiyatê ava dike û ji bo birêvebirina xebatên van beşan bi rêzê Feqî Huseyn Sagniç, Cemşîd Bender û Ebdurehman Durre peywirê digirin ser xwe.

Enstîtu tevî xebatên xwe yên lêkolînî, bi xebatên xwe yên wekî panel, semîner, konferans û komxebatan dibe navendekê ji bo zimanê kurdî û rewşenbîran. Xebatên ku ji hêla Enstîtuyê ve li ser parastin û pêşvebirina kurdî hatine kirin piştgirî dane wê yekê ku xebatên standardkirina zimanê kurdî û berbelavkirina wê standardê di nav xwendewarên kurd de belav bibe. Bi taybetî, bi derxistina ferheng û rêzimana kurdî û kitêbên hînkirina kurdî (Hînker) û kovara ZENDê piştgirî daye prosesa berbelavkirina standarda kurdî.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li gel xebatên xwe yên navborî, bi lidarxistina atolyeyên kurdî (kurmancî, kirmanckî (zazakî), soranî) hiştiye ku hezaran kes hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin yan jî hînî kurdî bibin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di avakirina Tevgera Parastin û Pêşvebirina Kurdî de û di birêvebirina xebatên wê yên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de roleke giring lîstiye. Gava ku behs ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê kirin, Enstîtu hem bi xebatên xwe yên lêkolînî hem jî bi têkoşîna xwe ya ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tê bîra gelê kurd. Îro jî Enstîtu her bi heman xebatên xwe navendeke giring a zimanê kurdî ye.