Bingeha naveroka vê ferhengê Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî ye ku ji hêla Zana Farqînî ve hatiye amadekirin û ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye çapkirin. Ev ferheng yekem car di Nîsana 2004an de hatiye çapkirin û çar caran bi heman awayî hatiye belavkirin. Çapa dawî ya vê ferhengê bi awayekî berfirehkirî di Sibata 2022yan de hatiye kirin. Ev ferheng bi zêdekirin û sererastkirina peyvan her berfirehtir dibe. Halê hazir ji 175 hezarî zêdetir peyv wek serê madeyê di vê ferhengê de cih digirin. Bi vê sepanê ev ferheng êdî her tim li ber destên we ye!
Peyvên ku di vê ferhengê de cih negirtine, hûn dikarin wan peyvan bi awayekî rêk û pêk pênase bikin, herî kêm di hevokekê de bi kar bînin û eger hebe, li gel çavkaniyê bo me bişînin.